Serokwekîlê Firaksiyona AKPê dest ji erkê xwe berda

.

Serokwekîlê Serokê Firaksiyona AK Partiyê Mahîr Unal ragihand ku wî dest ji erkê xwe berda ye.

Çend roj  berê berê Serokwekîlê Firaksiyona AK Partiyê Mahîr Unal rexne li sîstema komarî ya Tirkiyê girtibûn û gotibû: “Komarê ziman, alfabe û hemû berbestên me yê fikirînê ji hole rakirine.”

Ev gotinê Unal di nav xelkê  Tirkiyê û aliyên siyasî de bibû sedema nerazîbûnan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna partiya xwe de  gotibû: “Ew kesên ku dibêjin Komarê zerer gihandiye çand ziman û berbestên me yên fikirînê, di xeletiyeke bê mînak û bê bingeh de ne.”

Piştî van gotinên serokê MHPê,  îro 31ê Cotmeha 2022ê Wekîlê Serokê Firaksiyona AK Partiyê Mahîr Unal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê ragihand ku wî daxwaza dest ji berdana erkê xwe ji partiya xwe kiriye. 

Mahîr Unal di peyama xwe de dibêje: “Ji îro û şûn de min daxwaza dest ji karbedana erkê xwe yê wekîlê serokayetiyê kir. Ez ji bo bawerî û berpirsyariyên ku heta niha serokkomar û serokê me yê giştî birêz Recep Tayîp Erdogan dane min spasiya wî dikim. Ez vê yekê bi rêzdarî bo raya giştî radigehînim.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt