Serokomarê Çînê bo cara sêyem hat hilbijartin

.

Xi Jinping bo cara sêyem ji bo dema pênc salan bo Serokomariya Çînê hat hilbijartin.

 Xi Jinping bo cara sêyem ji bo dema pênc salan bo Serokomariya Çînê hat hilbijartin û ew piştî Mao Tse-tung, wek serkirdeyê herî bihêz yê welatê Çînê tê dîtin.

Îro Înê, li Parlamentoya Çînê nêzîkî 3 hezar endamên parlamentoyê bi yekdengî, deng dan serokê 69 salî, serkeftina Xi Jinping piştî dirêjkirina dema serokatiya Partiya Komunîst a Çînê û Komîsyona Serbazî tê, ku du postên girîng in di desthilata welat de.

Parlamentoya Çînê ku nêzîkî 3 hezar endamên wê hene, li Hola Mezin a Gel a li Pekînê, bi yekdengî deng dan ji bo hilbijartina Xi Jinping yê 69 salî ji bo serokatiya welat, di hilbijartinekê de ku tenê Jinping namzed bû, ji 3 hezar dengan, 2 hezar û 952 parlamenteran deng dan Serokomarê Çînê.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt