Serokkomarê nû yê Îranê serdana Iraqê dike

.

 Rêvebirê berê yê kanala televizyona fermî ya Îranê Mihemed Husên Rencberan got: “Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di yekem a seredana xwe ya ji bo derve bo de, dê serdana Iraqê bike û dê peyameke giring ji herêmê û Îsraîlê re bişîne.”

Rencberan li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir: “Pizîşkiyan di dê di dawiya Îlonê de li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, dê serdana Bexdayê bike, berî ku biçe New Yorkê.”

Rencberan got jî: “Ev serdan dê peyamek taybet ji herêmê, rejîma Israîl û Amerîkî re bişîne.”

Mesûd Pizîşkiyan di gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Îranê ya 6ê Tîrmehê de, wek serokkomarê nehemîn ê Îranê hat hilbijartin û di meha Tîrmehê de jî li parlamentoyê sûnd xwar.

Biryar bû Serokkomarê koçkirî Îbrahîm Reîsî di destpêka borî de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bikira, lê roja 19ê Gulana 2024an helîkoptera wî li parêzgeha Tewrîzê ket xwarê û Reîsî û çend berpirsên din ên Komara Îslamî ya Îranê canê jidest dan.

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê