Serokkomarê Iraqê: Hebûna hêzên Amerîkî ji bo Şerê DAIŞê giring e

.

Ebdulletîf Reşîd piştgirî da hebûna hêzên Amerîkî li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê desttêwerdana hêzên biyanî ya di karên Sûriyeyê de red kir û ji bo ewlehiyê daxwaza diyalogê kir.

Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd got, hebûna hêzên Amerîkî li sînorê Iraq-Sûriyê ji bo şerê li dijî DAIŞê girîng e. 

Wî metirsiyên xwe li ser komên çekdar ên li sînor anî ziman, ji bo ewlehiyê daxwaza diyalogê kir û desttêwerdanê hêzên biyanî di karûbarên Sûriyê de red kir.

Reşîd tekezî li ser dilsoziya ewlehiya her du welatan kir, piştgirî da pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û hêvî kir ku hikûmeta nû hemû pêkhateyan temsîl bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle