Serokerkanê Artêşa Iraqê: Pêwîst e artêş û Pêşmerge biçin navçeyên sînorî

.

Serokerkanê Artêşa Iraqê diyar kir, pêwîst e artêş û Pêşmerge biçin navçeyên sînorî û valahiya ewlehiyê ya li ser sînor heye dagirin.

Li gor ajansa nûçeyan a Iraqê da zanîn, Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîqê Yekem Ebdulemîr Reşîd Yarulla, di rûniştina Encûmena Nûneran de eşkere kir, zêdebûna êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî, vedigere wê yekê hêzên ewlehiyê li wan navçeyan bi cih nebûne, ji ber wê divê hêzên federalî li wan cihan bêne bicihkirin.

Herwiha destnîşan kir, hêzên Tirkiyê derbasî hin navçeyên sînorî yên Zaxo û Amêdiyê yên li parêzgeha Duhokê bûne ku hêzên Wezareta Berevaniyên ya Iraqê lê bicih nebûne.

Di berdewamiyê de Serokerkanê Artêşa Iraqê diyar kir, pênc binkeyên leşkerî yên Tikriyê li ser xaka Iraqê hene û zêdetir ji çar hezar leşker tê de ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 20ê Tîrmeha 2022an, navçeyeke geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo hat topbarankirin û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûn, vê êrîşê jî gelek karvedanên navxweyî û navdewletî li piştî xwe anîn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt