Serokerkan û Hevpeyman tekezê li ser bilezkirina yekkirina hêza Pêşmerge dikin

.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge bi Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan re tekezê li ser bilezkirina pêngavên yekkirina yekîneyên cuda cuda yên hêza Pêşmerge dikin.


Li dû ragehandineke Wezareta Pêşmerge, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro (Sêşem, 22.10.2024) li gel Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Rab Brandsteder û şanda pê re civiya.


Li dû ragehandina wê wezaretê, tewerê serekî yê wê civînê girêdayî karûbarên firqeyan û bicihanîna bername û pilanên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina tevaya hêzan bû, herwesa rewşa niha ya hêza Pêşmerge û pêşxistina peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan xistin ber behs û xeberan.


Wezareta navbirî herwesa ragehandiye, “Her du alî li ser bilezkirina pêngavan ber bi yekkirina yekîneyên cuda cuda yên hêza Pêşmerge bo ser Wezareta Pêşmerge û rêkxistina wan di çarçoveya firqeyan de hevnerîn bû.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle