Serokên 5 şaredariyên CHPyê hatin girtin

.

 Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 5 serokên şaredariyên CHPyî û parlamenterê berê yê CHPyê Aykut Erdogdu jî di nav de 22 kes bi hatin girtin.

31ê Gulana 2025an di çarçoveya 4 lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 36 kes hatibûn desteserkirin û kar û barên yasayî 4ê Gulanê temam bûn.

Li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê piştî îfadeya kesên desteserkirî, dadgehê derbarê Serokê Şaredariya Buyukçekmece Hasan Akgun, Serokê Şaredariya Gazîosmanpaşa Hakan Bahçetepe, Serokê Şaredariya Avcilarê Utku Caner Çaykara, Serokê Şaredariya Ceyhanê Kadîr Aydar û Seroka Şaredariya Seyhanê Oya Tekîn û 17 kesên din de biryara girtinê da.

Herwiha parlamenterê berê yê CHPyê Aykut Erdogdu û Endamê Meclisa Partiyê ya CHPyê Bakî Aydoner jî di nav kesên girtî de ne.

Li aliyê din 14 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

Beriya 7 mehan Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer hatibû girtin û piştî wê operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat berfirehkirin û Ekrem Îmamoglu jî hatibû girtin.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt