Serokê Yekîtiya Alimên Kurdistanê banga diyalogê li PDK ê û YNK ê kir

.

 Serokê Yekîtiya Alimên Kurdistanê Abdullah Mela Weysî ji bo K24 ê ragihand ku eger di nav civakê de çanda lêborînê pêşde here, wê pêşdeçûn çêbibe. Ebdullah Mela Weysî her weha ji bo PDK ê û YNK ê bang kir ku piştî cejnê her dû partî xwe nêzî hev bikin, pirsgirêkên di navbera xwe de, di rêya lihevkirin û hevdîtinan de çareser bikin. Mela Weysî weha dewam kir:

“Pêwiste terefên siyasî girîngiya cejnê ne weke sloganan têbigihên. Ji ber xetayên xwe, karibin ji hev lêborîna xwe bixwazin û ji xwe re bikin adet ku xetayên xwe li hev rast bikin. Divê em çanda lêborînê pêşde bixin, li ser heman masê karibin fikrên xwe parvebikin û karibin îrada çareseriya pirsgirêkên xwe nîşan bidin. Divê nê jibîrkirin ku berjewendiyên netewî û giştî di ser temamê berjewendiyan de ne.

Temamê xelkê dixwaze terefên siyasî bi taybetî PDK û YNK xwe nêzî hev bikin, bi taybetî divê di hilbijartinên herêma Kurdistanê de werin cem hev.”

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’