Serokê Tevgera Încazê: Brîtanyayê haydarî daye Îraqê

.

Serokê Tevgera Încazê çend faîlên hestyar ên girêdayî rewşa deverê û navxweya Îraqê eşkere kirin, ku ji bo hebûna navbeynkariyeke rastîn bi serokatiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser daxwaza hevkûfê wî yê Amerîkayî Donald Trump amaje ne, ji bo ku ji rûbirûbûna serbazî ya bi Îranê re dûr bikeve.

Serokê Tevgera Încazê Baqir Cabir Zubêdî di çavpêkeftinekê de amaje da, “Kompaniyeke Brîtanyayî pêşniyara weberhênanê ji bo gaza peywendîdar li Îraqê kiriye, lê Wezîrê Petrolê yê Îraqê ew pêşniyar red kiriye.”

Navbirî di çarçoveyeke ewlehiyê de jî ron kir, “Ingilîzan piştî vekirina deriyê sinorî yê Şeybê, li ser hatina teqemeniyan bo nav Îraqê bi rêya Îranê, haydarî daye Îraqê.”

Serokê Tevgera Încazê di derheqa pêşveçûna deverê de jî tekez kir, “Hizbulah bi moşekên Îranî êrîşan dike ser Israîlê.” Herwesa haydarî jî da ku pilanên Amerîkayê Urdin û Îraqê bêbar nakin.

Zubêdî di derheqa paşeroja Sûriyeyê de jî amaje da ku, ew welat li jêr birêveberiya Ehmed Şera ber bi parvebûnê ve diçe.

Tevî van qebxwaziyan jî, Zubêdî tekez kir ku sîstema siyasî ya Îraqê hevgirtî ye û dikare rûbirûyî her pilanekê bibe ku armanca wê têkdana seqamgiriyê be, lê ew yek jî eşkere kir ku 80% ji Îraqiyan amade nînin tevlî hilbijartinan bibin.

K24

Kurdistan Haberleri

Almanya: Vê karesatê rawestînin û vegerin ser maseya dan û standinan
Dujarric: Ji bo aramkirina rewşa Helebê em bi Şamê re di pêwendiyê de ne
Parlamentera Partiya Çep bêdengiya Almanyayê ya li hemberî êrişên Şamê rexne kir
Kurdên Êzidî yên li Helebê: 1200 malbat di bin gefa qirkirinê de ne
Bandora Pêvajoya Aştiyê li ser Rojavayê Kurdistanê çi ye?