Serokê TBBê: Mafê mexdûrên erdhejê heye dozan vekin

.

Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erinç Sagkan derbarê mafên hiqûqî yên mexdûrên erdhejê de got: “Kesên ji aliyê darayî ve zerar dîtine û di heman demê de ji ber birîndarbûn û canjidestdana kesûkarên xwe zerar dîtine dikarin dozên darayî û manewî vekin.”

Mexdûrên erdhejên Mereşê yên 6ê Sibatê, ku zerareke zêde ya darayî û manewî dîtine nizanin ji aliyê yasayî ve çi bikin û ji bo bidestxistina mafên xwe li rêyekê digerin. Di serî de TBBê gelek saziyan ji bo mafên mexdûrên erdhejê rênîşanderên hiqûqî belav kirin.

Serokê TBBê Erinç Sagkan ji medya Tirkiyê re got: “Mafê wan welatiyên ku kesûkarên xwe di erdhejê de ji dest dane heye ku beşdarî dozên cezayan bibin. Lêpirsîn ji aliyê dozgeran ve tê kirin, lê ew jî dikarin wek muştekî beşdarî dozan bibin û îtirazên xwe bînin ziman. Divê bi daxwaznameyekê serî li dozgeriyan bidin.”

Sagkan got: “Wergirtina piştgiriya parêzeran jî girîng e. Di dozên ceza de dê berpirsiyariya mutehît, kompanyayên pişkînînê û berpirsên şaredarî û wezaretan ku destûr dane lêkirina avahiyan û xemsarî kirine, hebe. Kesên ji aliyê darayî ve zerar dîtine û di heman demê de ji ber birîndarbûn û canjidestdana kesûkarên xwe zerar dîtine dikarin dozên darayî û manewî vekin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle