Serokê Sri Lankayê di rêya e-mailê de îstîfa xwe şand ji serokê meclisê re

.

 Bi sedema krîza siyasî û aborî ya li Sri Lankayê serokê dewletê Gotobaya Rajapaska reviyabû Maldîvya û ji wê derê derbasî aliyê Sîngapûrê bû. Gotabaya Rajapaksa di rêya e-mailê de nama îstîfa xwe şand ji bo serokê meclisa Sri Lankayê.

Ne diyarê wê nama îstîfa wî ya di rêya e-mailê de bê qebûlkirin an na. Li gor ragihandina çavkaniyên Sri Lankayê ku ji baregeha serokomariyê hatiye bidestxistin, heya pêvajoya îstîfayê temam bibe, wê ragihandinekî bêkirin.

Di dema serokwezîrtiya Ranil Wickremesinghe de ku 30 roj li ser rêvebiriyê ma, aramî çênebû û xwepêşandan dewam kirin û di xwepêşandanan de kesekî hat kuştin û 84 kes birîndar bûn.

Gotabayaîstîfae-mail

Asya Haberleri

Îsraîlê haydariya valakirina 20 bajar û gundên li başûrê Libnanê da
Putin diçe Çînê: Bazirganî û hevkariya stratejîk di rojevê de ne
ŞERÊ ÎRANÊ - Êrişên li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûn
Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin