Serokê PWKyê, biryara yekitîyê ya HAK-PAR û Hereketa Azadîyê pîroz dike

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi minasebeta biryara yekitîyê ya HAK-PAR û Hereketa Azadîyê, ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadîyê Metîn Pîranî re peyama pîrozbahîyê şand.

Rêzdar Duzgun Kaplan 

Rêzdar Metîn Pîranî

Bi daxuyanîya we ya hevbeş ya roja 24.08.2024ê ku we li Amedê bi raya giştî re parve kir, em agahdar bûn ku HAK-PAR û Hereketa Azadîyê biryara yekbûnê dane.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) mijara yekitî, hevkarî û tifaqan her li gorî vê rêbazê dinirxîne: Yên ku dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên ku nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên ku nikarin hevkarî û tifaqan bikin, bila di nav dîyalogê de bin; yên ku nikarin dîyalogan jî pek bînin, bila dijminatîya hev nekin.

Em weke PWK bi vê rebazê û hişmendîyê, biryara yekitîyê ya HAK-PAR û Hereketa Azadîyê pîroz dikin û her serkeftinê ji bo we dixwazin.

Li gel silav û rêzên xwe.

Mustafa Ozçelîk 

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

25.08.2024

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê