Serokê PWKê  Mustafa Ozçelîk, ji serokê nû yê ENKSyê  Mihemed Îsmaîl re peyama pîrozbahîyê şand

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  Mustafa Ozçelîk, ji serokê nû yê ENKSyê  Mihemed Îsmaîl re peyama pîrozbahîyê şand.

Peyama Mustafa Ozçelîk li jêr e

Rêzdar Mihemed Îsmaîl

Serokê ENKSyê

Bi minasebeta hilbijartina cenabê we weke serokê ENKSyê, ez li ser navê xwe û partîya me, cenabê we bi dilgermî pîroz dikim û di kar û xebata we ya hêja û bi rûmet de serkeftinê dixwazim.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) girîngîyeke taybetî didin dialog, hevkarî, yekitî û hemahengîya di nava tevgerên neteweyî û kurdistanî yên her çar perçeyên Kurdistanê de.

Loma jî em xebat û têkoşîna ENKSyê ya di vî warî de bi nirx û girîng dinirxînin.

Li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de em di demeke gelek hesas û hestyar de derbas dibin. Bi taybetî, gelek risk û xeterî jî gelek firsend û şans jî li ber derîyê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ne. Di pêvajoyeke weha girîng de, rêya serkeftinê, di yekitî, hevkarî, hevrêzî û dialoga di nava partî, rêxistin û dezgehên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de derbas dibe.

Em di vê bawerîyê de ne ku wê ENKS û cenabê we di vî warî de wek ku heta îro we kirîye, dê bi vê hesasîyetê tevbigerin. Em jî weke PWK amade ne ku di vî warî de çi bikeve ser milên me, pêk bînin.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştgir û alîkarên têkoşîna neteweyî, demokratîk ya xuşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê ne.

Bi vê bawerîyê, ez serkeftinê ji cenabê we û rêveberîya ENKSyê re dixwazim.

Li gel rêzên xwe

03.01.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e