Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Mezlûm Ebdî Gaveke Pîroz e

.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, derbarê hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê de daxuyaniyek da.

Serokê PWKê Ozçelîk got ku, ev hevdîtin dê hêviyên ku kurd li ser daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk bi yekrêzî bi Şamê û hemû aliyên peywendîdar re bikevin diyalogê, xurt bike.

Daxuyaniya Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Mezlûm Ebdî Gaveke Pîroz e

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêzdar Mezlûm Ebdî roja 16.01.2025ê li Hewlêrê, ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek pêk anîne.

Ev hevdîtin pîroz e û hêvîyên ku kurd li ser dwaxwazên xwe yên neteweyî, demokratîk bi yekrêzî bi Şamê û bi hemû alîyên peywendîdar re bibin mixetab xurtir dike.

Em piştigrîya hewlên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê û piştgirîya helwesta erênî ya rêzdar Mezlûm Ebdî ya di vê derbarê de dikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle