Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên şewata li Soran rûdaye dixwazin

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji malbatên kesên ku di şewata li Soranê de canê xwe ji dest dabû sersaxî xwest.

"Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên şewata li Soran rûdaye dixwazin

Li gorî agahdarîyên heyî, şeva înîyê, 08.12.2023yê, avahîya ku xwendekar û mamosteyên zankoya Soran ya li taxa Cindiyanî ya Soran a Hewlêrê şewitîye û têde 14 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Bi vê karesata dilêş em gelekî xemgînin.

Ruhê wan şad, cîhê wan biheşt be.

Ez sersaxî, sebir û metabetê ji malbatên qurbanîyan re dixwazim, xem û êşa wana parve dikim û ji bo birîndaran şifayê xêrê dixwazim.

Bila serê gelê Kurdistanê sax be."

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ