Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin

.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, derbarê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de bangeke lezgîn û dîrokî kir. Ozçelîk destnîşan kir ku lêxwedîderketina vîna Konferansa Qamişloyê peywira herî sereke ya neteweyî ye.

Daxuyaniya Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Em li Rojavayê Kurdistanê xwedîderkevin

Ji bo lêxwedîderketina Rojavayê Kurdistanê, divê demildest bi serokatîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Heyeta Temsîlî ya Konferansa Qamişloyê, Rêzdar Mazlûm Ebdî, Rêzdar Bafil Talabanî, civîneke avarte li dar bixin û bi hev re nexşerêyeke nû ya hevbeş tesbît bikin. Ji bo ku rê li ber provokasyonan bê girtin, divê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê maseyên krîzê yên hevbeş bêne ava kirin.

Di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên dîasporayê de divê demildest koordînasyonek bê ava kirin û helwesteke yekgirtî ya neteweyî, niştimanî bê tesbît kirin.

Divê wek gava yekem jî, bi hemû îmkan û peywendîyên navdewletî, ev êrîşên çeteyên çekdarên Rêvebirîya Şamê bêne rawestandin û di çavderîya hêzên navdewletî de agirbest bê ragihandin.

Divê hemû partî, dezgehên sivil û organîzasyonên ji her çar perçeyên Kurdistanê yên li dîasporayê li her welatî komîteyên hevbeş ava bikin û ji bo lêxwedîderketin û piştgirîya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi hev re tevbigerin.

Divê hemû kurdên dîasporayê bi komîteyên hevbeş, li cîhê ku lê ne, bi rayedarên wê dewletê, bi partîyên sîyasî, dezgehên sivîl re peywendîyan deynin da ku êrîşên çeteyên çekdarên Rêvebirîya Şamê bêne rawestandin.

Divê li her cîhekî ku mimkune, çalakîyên girseyî bêne li dar xistin.

Lêxwedîderketina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, lêxwedîderketina îrade û biryarên Konferansa Qamişloyê, wazîfeyeke sereke ya neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên cîhanê ye.

20.01.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin