Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Cejna Remezanê Bila Bibe Destpêka Tifaqa Neteweyî û Bidestxistina Mafên Neteweyî

.

Îsal jî li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê,  di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî  de em pêşewazîya cejna remazanê dikin.

Em hêvî dikin ku, li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî.

Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin  û pêşdebirina destkeftîyên heyî, ev cejn bibe wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî.

Em hêvî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka avakirina îdareyeke hevbeş ya ku ji hemû alîyên kurdan pêkhatî; li Rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka tifaqeke mayinde, neteweyî, niştimanî.

Bi hêvîya ku li Rojhilata Navîn û li  hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendîya jîngehê.

Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin.

09.04.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle