Serokê PWK Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê ENKSyê Silêman OSSO re şand

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê ENKSyê Silêman OSSO re şand.

Rêzdar Silêman Osso,

Serokê ENKSê

Bi minasebeta hilbijartina we weke serokê ENKSê, ez li ser navê xwe û partîya me, cenabê we bi dilgermî pîroz dikim û di kar û xebata we ya hêja û bi rûmet de serketinê dixwazim!

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê  (PWK) girîngîyek taybetî  didin dialog, hevkarî, yekitî û hevahengîya nava tevgerên neteweyî û kurdistanî yên her çar perçeyên Kurdistanî. Loma jî em xebat û têkoşîna ENKSê ya di vî warî de bi nirx û girîng dinirxînin.

Em di vê bawerîyê de ne ku serketina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya welatê me,  di yekitî, hevkarî, hevrêzî û dialoga nava partî, rêxistin û dezgehên me yên neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û kurdistanî de derbas dibe. Em di vê bawerîyê de ne, wê ENKS û cenabê we di vî warî de bi vê hesasîyetê tevbigerin. Em jî weke PWK amade ne ku di vî warî de çi bikeve ser milên me, pêk bînin.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê  (PWK) piştgir û alîkarên têkoşîna neteweyî, demokratîk ya xuşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê ne.

Bi vê bawerîyê, ez serkeftinê ji cenabê we û rêvberîya ENKSê re dixwazim.

Li gel rêzên xwe

06.06.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî