Serokê PWK Mustafa Ozçelîk: Nêviyên Kurdan ji ber asîmîlasyonê Kurdî nizanin

.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameyeke Rûdawê bû û li ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî hin agahiyên balkêş parve kirin.

Di hevpeyvînê de Ozçelîk bal kişand ser diroka asîmîlasyona li Bakurê Kurdistanê û anî ziman ku di salên 1930î de, li hin herêman ji bo her peyveke ku bi Kurdî dihat axaftin, pereyê pezekî wek ceza dihat standin.

Ozçelîk destnîşan kir ku encama van polîtîkayan ew e ku îro gelek nêviyên Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê nizanin. Lê belê, wî diyar kir ku tevî vê rewşê jî, nifşên nû yên Kurdan li nasnameya xwe xwedî derdikevin.

Serokê PWK di hevpeyvînê de bi giştî li ser bandorên asîmîlasyona zimanî ya li Bakurê Kurdistanê û encamên wê yên civakî sekinî.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK