Serokê PWK Mustafa Ozçelîk, ji Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî re peyama pîrozbahîyê şand

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  Mustafa Ozçelîk, ji Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê RMistefa Hicrî re peyama pîrozbahîyê şand.

Rêzdar Kak Mistefa Hicrî,

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê 

Em bi dilxweşî jê agahdarbûn ku 17mîn Kongreya Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê (Kongreya Yekgirtina Demokratan), bi awayekî serkeftî li dar ketîye.

Yekgirtina herdu alîyên Hizba Demokrat û pêkanîna kongreya 17mîn, di doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê de destkeftineke neteweyî û niştimanî ye.

Yekgirtina herdu alîyên Hizba Demokrat, ji bo hemû kurdistanîyên li her perçeyên Kurdistanê, di meşa yekgirtina partî û alîyên wek hev û nêzî hev de nimûneyeke hêja û hêvîdar e.

Em hemû rêvebir û endamên HDK Îranê û nûnerên Kongreya 17mîn ji ber vê gava wan ya giranbuha pîroz dikin.

Ez li ser navê xwe û navê hemû endam û rêvbirên partîya me, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji bo hilbijartina we weke Sekreterê Giştî yê HDK Îranê, cenabê we pîroz dikim.

Ji cenabê we û ji hemû rêvebirîya nû ya ku di kongreyê de hatîye hilbijartin û ji hemû endam û têkoşerên HDK Îranê re serfirazî û serkeftinê dixwazim.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin