Serokê PSKyê Rêzdar Bayram Bozyel, peyameke spasîyê ji Serokê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk ra şand

.

Serokê Giştî yê PSKyê Rêzdar Bayram Bozyel, peyameke spasîyê ji Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk ra şand

Rêzdar Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Rêzdar Kek Mustafa Özçelik,

Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û destnîşankirina Meclisa Partîyê ya nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtrîn li cenabê we û hemî rêvebir û endamên bira partî PAKê dikim.

Em bi bawerîyekê xurt hêvî dikin ku em dê pêşedemê da hewlên me yên ji bo pêkanîna hevkarî û tefaqeke neteweyî bi hêztir bikin û bigîhînin encamê.

Li gel slavên birayane

04.11.2022

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê PSKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle