Serokê Pêwendiyên YNKê bi Serbalyozê Tirkiyê yê Hewlêrê re civiya

.

Serokê Pêwendiyên YNKê Derbaz Kosret Resûl bi Serbalyozê Tirkiyê yê Hewlêrê Mewlûd Kakut re civiya.

Di hevdîtinê de her du alî behsa asayîkirina pêwendiyan kirin ku zêdetirî 7 mehan e ji ber girtina qada asmanî ya Tirkiyê bo Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê têk çûne.

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Pêwendiyan Derbaz Kosret Resûl li Hewlêra paytext pêşwazî li Balyozê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mewlûd Kakut kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyên YNKê, di hevdîtinê de rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera aliyên siyasî û hewlên çareserkirina pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de behsa asayîkirina pêwendiyên YNK û Tirkiyê hate kirin û hate gotin, her du alî li ser vê mijarê li hev kirine.

"Spas ji bo mêvanperweriya we"

Civîn piştî aloziya ku Tirkiyê di Nîsana borî de sehaya xwe ya esmanî li ser firînên Silêmaniyê girtibû, bi hêceta ku YNKê alîkariya endamên PKKê dike, pêk hat.

Herwiha Mewlûd Kakut li ser hesabê xwe yê Xê ev daxuyanî da:

“Me bi endamê Polîtburoya YNKê û Berpirsê Pêwendiyan Derbaz Kosret Resûl re civîneke berhemdar û avaker li dar xist û di civînê de me li ser mijarên siyasî yên niha nêrînên xwe danustandin.

Spas ji bo mêvanperweriya we.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle