Serokê PDKê û cîgirên wî hatin hilbijartin

.

Di berdewamiya birêveçûna Kongreya 14an a Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) de ku îro li Duhokê dest pê kir, Serokê PDKê û du cîgirên serokê partiyê hatin hilbijartin.

Li gor zanyariyên ji nav kongreyê, Serok Mesûd Barzanî careke din wek Serokê PDKê hat hilbijartin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî wek Cîgirê Yekem ê Serokê PDKê û Mesrûr Barzanî jî wek Cîgirê Duyem ê Serokê PDKê hat hilbijartin.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, piştî ku Serok Barzanî careke din wek Serokê PDKê hat hilbijartin, Nêçîrvan Barzanî weke cîgirê xwe pêşniyar kir û pêşniyar ji aliyê kongreyê ve hat qebûlkirin. Piştre jî Nêçîrvan Barzanî, pêşniyar kir ku Mesrûr Barzanî weke cîgirê duyem ê serokê partiyê were diyarkirin û kongreyê jî bi pesendkirina wê pêşniyarê biryar da ku Mesrûr Barzanî bibe cîgirê duyem.

Ev cara yekem e ku PDK ji bo serokatiya partiyê du cîgiran diyar dike, lewra divê rêziknameya partiyê were guhertin û ew mijar têde were bicihkirin.

Endamê Kongreya 14 a PDKê û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, desthilatên serok û cîgirên wî, herwiha desthilatên polîtboru û serkirdayetiyê di nava rêziknameya partiyê de hatiye diyarkirin û dê dengdan li ser bê kirin.

Îro piştî 12 salan, PDKê kongreya xwe ya 14an bi beşdariya 1020 endaman li bajarê Duhokê dest pê kir û kongre dê 3 rojan dom bike.

Li gor zanyariyên Rûdawê, 180 kes ji bo endamtiya serkirdayetiya PDKê bûne berbijêr ku 40 kes ji wan dê ji bo encûmena serkirdayetiyê bên hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin