Serokê Parlamentoya Tirkiyê derbarê Kurdî de bersiva Kiliçdaroglu da

.

 Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop ragihand, ew li Parlamentoyê bo zimanê Kurdî gotina “Zimanekî nayê zanîn” bi kar naynin.

Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet yê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu îro 20ê Adarê piştî civîna ligel hevserokên HDPê got: “Li parlamentoyê dema zimanekî derveyî Tirkî tê axaftin li kêleka wê tê nivîsandin ka kîjan ziman e, Fransî, Îngîlîzî û herwiha. Lê dema bi Kurdî tê axaftin tê gotin `zimanekî nayê zanîn.` Ma çawa dibe? Çima zimanekî ku bi hezar salan tê axaftin jê re tê gotin zimanekî nayê zanîn. Ez ji hemû kesên xwedî exlaq û wîjdan dipirsim, ma wiha dibe? Divê dewlet cûdakariyê neke.”

Mustafa Şentop, derbarê vê mijarê de li Parlamentoya Tirkiyê bersiva rojnamevanan da. Şentop dibêje, ew li Parlamentoyê bo hemû zimanên din ku têne bikaranîn gotina “ji bilî Tirkî zimanek hat bikaranîn” bikar tînin û bo Kurdî nabêjin “zimanekî nayê zanîn.”

Şentop got: “Ji bo Kurdî rêkareke me ya taybet nîne ya yekem. Ya duyem jî em gotina `zimanekî nayê zanîn` bikar naynin. Çawa dibe ez bêjim; ji ber ku zimanê fermî Tirkî ye, girtename bi Tirkî têne nivîsandin. Dema ji bilî Tirkî hevok û bêjeyek tê bikaranîn, ev di van teksta girtenameyê de nayê nivîsandin, bi jêrenotekî `axêver bêje yan bêjeyên ne bi Tirkî bikaranîn` tê nivîsandin. Ev ne rêkareke taybet bi Kurdî ye. Bi Îngilîzî, Erebî û Îspanyolî jî heman tişt tê kirin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin