Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan Pîroz Kir

.

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Ozçelîk, bi peywendiyeke telefonî û bi mesajekê Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêz Duzgun Kaplan û rêvebirîya nû ya HAK-PARê pîroz kir.

Peyama Mustafa Özçelik wiha ye:

Birêz Duzgun Kaplan

Serokê Giştî yê HAK-PARê

Serokê Birêz

Di pêvajoyeke hesas da HAK-PARê Kongreya xwe ya 9emîn li dar xist û cenabê we jî weke Serokê Giştî yê HAKPARê hat hilbijartin. HAK-PAR di doza azadîya welatê me de, cîhekî xwe yê girîng heye. Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, ji ber hilbijartina cenabê we ya ji bo Serokatîya HAK-PARê û ji ber hilbijartina rêvebirîya nû ya HAK-PARê, cenabê we û rêvebirîya nû ya HAK-PARê pîroz dikim. Di wê bawerîyê de me ku cenabê we ji bo hevkarî û tifaqeke berfireh ya netewî û demokratîk dê gavên pêwîst bavêjin. Bi vê bawerîyê, serkeftinê ji cenabê we re dixwazim.

Li gel rêzên xwe

17.05.2022

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin