Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Rêveberê Giştî yê Sazîya Kurdistan24ê Rêzdar Ehmed Zawîteyî ra şand

.

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Rêveberê Giştî yê Sazîya Kurdistan24ê Rêzdar Ehmed Zawîteyî ra şand:

Rêzdar Ehmed Zawîteyî

Rêveberê Giştî yê Sazîya Kurdistan24ê

Kurdistan24 TVyê di meşa ragehandina Kurdistanê da, 7 salên xwe bihurand.

Di van 7 salan da, Kurdistan24 TVyê ne bes wek dengê gelê me yê Başûrê Kurdistanê, her weha wek dengê gelê me yê Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî wazîfeyeke neteweyî, niştimanî bicîh anî.

Di belav kirina nûçe û zanyarîyên li Kurdistanê û cîhanê da, di amade kirina bernameyên li ser mijarên neteweyî, niştimanî da Kurdistan24 TVyê bi awayekî profesyonelî xebateke birûmet pêk anî.

Kurdistan24 TV destkeftineke hemû Kurd û Kurdistanîya ne.

 

Bi hêvîya, gelek salên din ên têr û tije û bi hêvîya ku ji bo her perçeyekî Kurdistanê bernameyên taybetir û berfirehtir bêne amade kirin, ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me 7 salîya Kurdistan24 TVyê pîroz dikim, ji cenabê we û ji hemû xebatkar û kedkarên Kurdistan24 TVyê ra serkeftinê dixwazim.

Li gel rêzên xwe

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû