Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk Peyameke Pîrozbahîyê Ji bo Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî ya PDKÎ Mustafa Hicrî ra Şand

.

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Rêzdar Mustafa Ozçelîk Peyameke Pîrozbahîyê Ji bo Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Rêzdar Mustafa Hicrî ra Şand.

Rêzdar Mustafa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Rêzdar Kek Mustafa Hicrî

Em lê agahdar bûne ku, di 26emîn Kongreya Internasyonala Sosyalîst a ku li Madrîd a bajarê Îspanyayê li dar ketibû da, roja 25.11.2022yê, ji bo rêz lê girtina xebat û têkoşîna PDKÎyê, bi navê ‘’Aştî, Azadî û Dadperwerîyê’’ li ser navê Internasyonala Sosyalîst spasnameyek pêşkêşî cenabê we hatîye kirin.

Em bi vê spasnameyê gelekî kêfxweş û serbilind bûn.

Ev spasnameya, rûmet dayîn û piştgirîyeke mezine ji bo doza rewa ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û ji bo xebata meşrû û dilsozane ya hemû şehîd û têkoşer û kedkar û endamên PDK Îranê.

Herweha em pê agahdar bûne ku birazîya şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî û endama Yekitîya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê Gulale Şerefkendî jî wek Cîhgira Sekretera Jinên Internasyonala Sosyalîst hatîye hilbijartin. Em bi vê wazîfedarîya Xanim Gulale Şerefkendî jî gelekî kêfxweş û serbilind in.

Em di wê bawerîyê da ne ku, spasnameya ku cenabê we wergirtîye û wazîfeya Xanim Gulale Şerefkendî, bersîveke xurt e , ji bo êrîş û kuştin û girtin û zordestîyên Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê jî.

Em hêvî dikin ku ev spasnameya ku Internasyonala Sosyalîst pêşkêşî cenabê we kirîye, ji bo raperîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê jî, bibe piştgirî û sîyaseteke navdewletî ya hemû dewletên Ewropayê û dewletên din.

Bi minasebeta vê spasnameya ku cenabê we wergirtîye û ji ber wazîfeya Xanim Gulale Şerefkendî, ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), ji dil û can, cenabê we û Xanim Gulale Şerefkendî û hemû rêvebir û endam û têkoşerên PDK Îranê pîroz dikim.

Ez serkeftinê ji we ra dixwazim.

Em bi hemû hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî, niştimanî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane.

26.11.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir