Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Birêzan Mustafa Hicrî û Xalid Ezîzî ra şand

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Birêzan Mustafa Hicrî û Xalid Ezîzî ra şand.

Birêz Mustafa Hicrî

Birêz Xalid Ezîzî

Birayên Birêz

Îro em dilxweşîyeke mezin bi dawîn qonaxa yekgirtina her du alîyên Hizba Demokrat agahdar bûn.We herdu alîyan di merasîmeke girseyî da rêkeftina hevgirtinê wajo kir(îmze kr) û ji nuha û şûnde li jêr navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, hûnê xebat û tekoşîna doza azadîya gelê me bimeşînin û em bawer dikin ku bi vê gavê hûnê roleke dîrokî bilihîzin.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) cenabê we û hemû xuşk û birayên xwe yên xebatkar û tekoşerên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, pîroz dikim û em dê her piştgir û alîkarên doza we ya rewa bin.

Bi rêz û silaven xwe yên birayane.

21.08.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin