Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk Li Qoserê Seredana Esnafan Kir

.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê Bedran Acar û revebir û endamên PAKê roja çarşemê, 26.10.2022, li Qoserê seredana bi sedan esnafan kirin.

Di van seredanan da Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê 8 salîya PAKê da agahdarî da û îlaneke desta ku daxwazên acîl yên miletê Kurd tê da hatibû nivîsandin, li esnafan hate belav kirin.

Dema ku seredana esnafan bidawî dihat, polîsên Qoserê midaxale kirin. Polîsan gotin "Walîtìya Mêrdînê hemû çalakî û belavok belav kirin qedexe kirîye. Hûn jî nuha belavokekê belav dikin. Ev ne serdana esnafan e.Ji ber wê jî qedexe ye".

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar jî gotin "Ji xwe seredana me ya esnafan bidawî hat. Lê ev seredan e û ne qedexe ye. Wek partî mafê me heye ku em seredana esnafan bikin. Hûn cotstandartîyê dikin. Gelek partî bi dilê xwe çalakîyan dikin lê hûn çavên xwe ji wan ra digirin, hûn nabêjin qedexe ye".

Esnafên Qoserê bi awayekî germ pêşewazîya PAKîyan kirin.

Seredana heyeta PAKê ya li esnafên Qoserê bi awayekî berhemdar bidawî hat.

26.10.2022

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin