Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk Li Batmanê Seredana Esnafan Kir

.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê PAKê Nurullah Timur, endamên Meclîsa PAKê Tayîp Sana û Mustafa Kalpak, Serokê Teşkîlata Batmanê Azîz Ozdemîr, Serokê Teşkîlata Hezo Abdulmecîd Hezer û revebir û endamên PAKê yên Batmanê, roja duşemê, 24.10.2022, li Batmanê seredana bi sedan esnafan kir.

Esnafên Batmanê bi awayekî germ pêşewazîya PAKîyan kirin.

Di van seredanan da Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê 8 salîya PAKê da agahdarî da û îlaneke desta ku daxwazên acîl yên miletê Kurd tê da hatibû nivîsandin, li esnafan hate belav kirin.

Seredana heyeta PAKê ya li esnafên Batmanê bi awayekî berhemdar bidawî hat.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk herweha li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîneke çapemenîyê li dar xist.

Mustafa Ozçelîk di derbarê konferansa PAKê da agahdarî da û di derbarê pêvajoya heyî da, bîr û rayên PAKê bi çapemenîya mehelî ya Batmanê ra parve kir.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt