Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk Li Amedê Seredana Esnafan Kir

.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirên Serokê PAKê Nurullah Tîmûr, Vahît Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezîhe Karahan û revebir û endamên PAKê roja pêncşemê, 27.10.2022, li Amedê seredana bi sedan esnafan kir.

Berîya seredana esnafan, Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ji bo telewîzyonên Kurdî civîneke çapemenîyê li dar xist.Mustafa Ozçelîk got ‘’Bi minasebeta 8emîn salvegera damezrandina PAKê em seredana esnafan dikin, em PAKê didin nasîn. Me roja 24.10.2022yê li Batmanê, roja 26.10.2022yê li Qoser a navçeya Mêrdînê seredana esnafan kir. Îro jî li Amedê emê seredana esnafan bikin’’.

Di van seredanan da Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê 8 salîya PAKê da agahdarî da û îlaneke desta ku daxwazên acîl yên miletê Kurd tê da hatibû nivîsandin, li esnafan hate belav kirin.

Esnafên Amedê bi awayekî germ pêşewazîya PAKîyan kirin.

Seredana heyeta PAKê ya li esnafên Amedê bi awayekî berhemdar bidawî hat.

Telewîzyonên Kurdî jî seredana PAKê ya li esnafan şopandin.

27.10.2022

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle