Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata xanim Helen Qasimlo ya hevjîna Dr. Abdûrrahman Qasimlo xemgînin

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji ber koça dawî ya hevjina Dr. Abdûrrahman Qasimlo peyama sersaxiyê weşand.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk:

Em bi wefata xanim Helen Qasimlo ya hevjîna Dr. Abdûrrahman Qasimlo xemgînin

Xanim Helen Qasimlo(Nesrîn xan) ya hevjina rêberê Kurd, şehîd Dr. Abdûrrahman Qasimlo di temenê 89 salîya xwe da, li bajarê Parîs a Fransayê koça dawî kirîye.

Em bi wefata Nesrîn xanê xemgînin.

Ruhê wê şad, cîhê wê biheşt be. Sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên Nesrîn xanê, ji rêvebir û endamên PDK-Îranê ra dixwazim.

Bila sere gelê Kurd sax be.

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle