Serokê Odeya Dermanfiroşan: Ji her 100 dermanan 22 derman peyda nabin

.

Serokê Odeya Dermanfiroşan a Enqerê Taner Ercanli diyar kir ku dermanên nexweşiya bahorê û antîbiyotîk nayên peydakirin û got: “Berî pandemiyê ji her 100 dermanan 4 derman nedihatin peydakirin, lê niha ji her 100 dermanan 22 derman nayên peydakirin.”

Serokê Odeya Dermanfiroşan ya Enqerê Taner Ercanli derbarê peydanekirina dermanan de ji medya Tirkiyê re axivî û behsa pirsgirêkên peydanekirina derman kir.

Taner Ercanli dibêje: “Dermanên dijî bahorê, şirubên zarokan, antîbîyotîk û berhemên nexweşiya şekir û dermanên ji derveyî Tirkiyê tên nayên peydakirin. Li dermanxaneyan daxwaz gelek in, lê di depoyên dermanan de derman nînin. Nexweş wiha dizanin li dermanxaneyan derman heye, lê bo wan nayên dayîn. Tiştekî wiha nabe. Wezareta Tendirûstiyê meha borî bihayê 400 dermanan bi rêjeya nêzîka ji sedî 16.6 nûjen kir û bihayê wan hat zêdekirin. Di Sibata 2022an jî li gor biryarnameya bihayê derman dê bihayê derman bê nûjenkirin. ”

Hersal meha Sibatê Komisyona Nirxandina Biha ya ser bi Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê bihayê dermanan nû dike. Ji ber vê yekê jî bi taybetî ku enflasyon zêde dibe û lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest dide, kargeh ji meha Mijdarê ve dermanê ku didin dermanxane û depoyan kêm dikin.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir