Serokê navçeya Bazîdê yê AKPê dev ji kar berda

.

 Serokê navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê yê AKPê Mustafa Konyar do 4ê sibata 2022ê, dev ji kar berda.

Li gor Konyar sedema destjikarkêşana xwe daye zanîn, wî ji ber zêdebûna karên xwe, çalakiyên werzişî û civakî ên ji derveyî partiyê ev biryar wergirtiye.

Ev di demekê de ye herwiha do roja înê li navçeya Bazîdê bi hezaran xelk ji ber bihabûnên gaza xwezayî û elektirîkê daketibûn kolanan û xwepêşandan kiribûn.

Xelkê Bazîdê ku bi taybet piştî bihakirinên elektirîkê û gaza xwezayî, ji ber fatureyên zêde rojên zehmet derbas dikirin, bi kom li ber deriyê kompanyaya dabeşkirina elektirîkê ya navçeyê civiyabûn û daxwaz kiribûn ku bihakirinên gaza xwezayî û elektirîkê bên hilweşandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle