Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın seredana Herêma Kurdistanê kir

.

Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın seredana Herêma Kurdistanê kir û li Erbîlê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî û bi wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê bi Rêber Ahmed re civiya.

Mijara her dû terefan ew bû ku piştî fesha PKKê pêşdeçûnên ku qewimîne û pêvajoya ku tê de ne, li serê axifîn. Di pêvajoyê de pêngavên ku bên avêtin çine li ser wan axifîne.

Piştî şerê navbera Îranê û Îsraîlê rewşa li herêmê, aştiya herêmê û ji bo temîna îstîqrarê wê çi gavan bavêjin li ser wan jî axifîn.

Di hevdîtinê de li ser rewşa Turkmenan û rola wan ya di pêvajoyê de û di wexta pêşiya me de têkiliyên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re wê têkiliyan zêdetir bikin û li ser wan mijarên navborî axifîn.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt