Serokê Koreya Başûr hat desteserkirin

.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeolê ku ji ber îlankirina rewşa awarte ji wezîfeya serokdewletiyê hatibû dûrxistin di çarçoveya lêpirsîna li ser wî de hat desteserkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Koreya Başûr Yonhapê, rayedarên Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê (CIO) îro sibehê cara duyem dest bi tevgerê kir da ku biryara desteserkirina Yoon bi cih bînin.

Rayedaran Yoon li xaniyê serokdewletiyê desteser kir û ew ji bo îfadeyê bir Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê ya li Gwacheona li başûrê Seulê.

Ev di dîroka  Koreya Başûr de cara yekem e ku serokekî dewletê dema li ser kar e tê desterserkirin.

Yoon Suk Yeol 14ê Kanûna Pêşîn a 2024an rewşa awarte ragihandibû.

Parlamentoya Koreya Başûr ji ber ku rewşa awarte dijî destûrê ye daxwaza desteserkirin Yoon Suk Yeol kiribû û ji ber vê ji kar hatibû dûrxistin.

Yoon, piştî ragihandina rewşa awarte bi şandina leşkeran a parlamentoyê û hewldana astengkirina dengdayîna li dijî biryarê tê tawanbarkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle