Serokê Itilafa Opozisyona Sûriyê çû Serê Kaniyê

.

Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Salim Mislit, çû Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û bi berpirsên bajêr yên leşkerî û sivîl re civiya.

Li gor wêneyên ku ji bo Rûdawê hatine şandin, di civînê de diyar dibe ku berpirsên leşkerî yên çekdarên opozîsyona Sûriyê beşdar bûne.

Her wiha tê dîtin ku alaya Tirkiyê jî di civînê de hatiye bikaranîn.

Serê Kaniyê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye ku ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, her çend bajarekî Kurdan be jî piştî dagirkirinê Kurd li wir nemane hemû hatine koçberkirin, tenê nêzîkî 50 kesên bi temen li wir mane, yên din hemû Erebên hawirde û malbatên çekdaran in.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle