Serokê ÎHDê bi hinceta PKKê tê darizandin

.

Serokê Komeleya Mafên Mirov li Tirkiyê (ÎHD) Ozturk Turkdogan îro li Enqerê bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKê” tê darizandin.

Îro 22ê Sibata 2022ê di demjimêr 9:15ê de li 19emîn Dadegeha Cezayên Giran a Enqerê proseya dadgehkirina Serokê Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê (ÎHD) Ozturk Turkdogan dest pê kir.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di gotareke xwe ya 16ê Sibata 2021 de li Parlamentoya Tirkiyê derbarê kuştina13 sivîlên ku di operasyoneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li navçeya Gare ya li Başûrê Kurdistanê hatibûn kuştin, Komeleya Mafên Mirov kiribû armanc.

Piştî gotinên Soylu, hêzên ewlekariyê di 19ê Adara 2021 de avêtibûnn ser mala Ozturk Turkdogan û ew destser kirin. Turkdogan piştre bi mercê kontrola dadî hatibû berdan.

Dozgerê Giştî yê Enqere di 16ê Kanûna 2021ê de derbarê Ozturk Turkdogan de doznameyek amede kir. Di wê doznameyê de ji ber gotinên Serokê Komaleya Mafên Mirov ên di salên 2015 û 2016an ên derbarê şert û mercên jiyana Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bi hinceta “endamtî û piştevaniya PKKê” derbarê Turkdogan de doz hat vekirin.

Îro 22ê Sibata 2022ê rûniştina wê dozê li Enqerê tê kirin.

Ji bilî vê dosyeyê, du dosyeyên din jî derbarê Ozturk Turkdogan de hatine amadekirin û yek ji wan bi hinceta “sivkatîkirina bi Suleyman Soylu” û ya din jî bi hinceta “binpêkirina maddeya 301 ya yasaya cezayên Tirkiyê” ku taybet e bi “bêrêzîkirina li dijî milletê tirk û dewleta komarî ya Tirkiyê û saziyên wê.”

Tê çaverêkirin ku Serokê Komelya Mafên Mirov di çend rojên bê de careke din derbarê wan du dosyeyan de jî bê darizandin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin