Serokê Hikûmetê li gel konsul û nûner û dîplomatên welatan civiya

.

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel konsul û nûner û dîplomatên welatan li herêma Kurdistanê civiya û di civînê de serokê hikûmetê balkêşa ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên kabîneya nehem û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê.

Îro 12.02.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna li gel nûnerên welatan de behsa hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir, ku pêwîste hikûmetek be di xizmeta hemû hemwelatiyên Iraq û pêkhateyên cuda de be û bibe cîhê seqamgirî û aştî û asayîşa Iraqê.

Serokê hikûmetê behsa wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê berdewam kar kiriye ji bo ku pêwendiyên herî baş li gel hikûmeta federal a Iraqê hebe û hemû pirsgirêk bi awayekî bingehîn û li ser bingehê destûrê bên çareser kirin.

Mesrûr Barzanî amaje bi karnameya hikûmeta Herêmê ya ji bo hemû cure kirina aborî û zêde kirina çavkaniyên dahat û kêmkirina xerc û rêxistina bac û karasanî kirin ji bo hilberînerên biyanî û navxwe û dijital kirina xizmetan ku pêngavekî giringe ji bo pêşxistin û bihêz kirina hemahengiya di navbera saziyên hikûmetê bi awayekî modern û hevçerx û kêm kirina gendeliyê bi cureyekî ku xercên rojane yên hikûmetê û bi sîstema online û bi awayekî şefaf û aşkera bên encam dan.

Herwaha diyar kir, li gel nakokiyên siyasî li Iraq û herêma Kurdistanê, lê me nehiştiye ew pirsgirêk û nakokî bandorekî xirab nav hikûmeta Herêmê de bikin, berevajî wê pêwendî û hemahengiyekî baş di navbera endam û beşdarên kabîneya nehem de heye.

Serokê hikûmetê teqez kir Herêma Kurdistanê faktorekî giring ê seqamgiriya li navçeyê ye û dixwaze pêwendiyên dostane li gel welatên cîran û pêşxistina pêwendiyan li gel civaka navnetewî bi giştî pêkbîne. Herwaha amaje bi giringiya berdewambûna alîkarî kirin û hemahengî kirina li gel Herêma Kurdistanê kir, ji bo tekoşîna gefên terorîstên DAIŞê û bi taybet jî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bi rêya nehiştina valatiya ewlehiyê yên li wan navçeyan û çalak kirina navendên hemahengiya ewlehiya hevbeş a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ve kir.

Di serenavekî din ê mijara civînê de jî serokê hikûmetê amaje bi pirsgirêka koçberan û tewdîrên hikûmeta herêmê yên ji bo tekoşîna koça neyasayî jî anîn ziman.

Dawiyê de jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva nêrîn û têbinî û pirsên amadebûyan da.

Kurdistan Haberleri

"Em biryarên cezayên hefsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin"
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
UNESCO: Li Îranê metirsî liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye
Îranê 6 Kurdên din jî îdam kirin
HEVPEYVÎN | Serokê ENKSê li ser êrîşan û rewşa dawî ya diyaloga 'Kurdî-Kurdî' ji PeyamaKurd re axivî