Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê kir

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Mijdarê pêşwazî li Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşxistina pêwendiyên dualî û hewlên rûbirûbûna koçberiya qaçax hatin gotûbêjkirin.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir û ew bi hilbijartineke serkeftî binav kir.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê her wiha amaje bi pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê kir, weke hevkareke girîng û stratejîk a welatê xwe di şerê li dijî terorê û kêşeyên ewlehiyê de.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û hevkariya Brîtanyayê ji Herêma Kurdistanê re kir û tekezî li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bihêzkirina peywendiyên dualî di hemû waran de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, kir.

Herwiha her du alî li ser giringiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş, ji bo rûbirûbûna koçberiya neqanûnî, tawanên rêkxistinkirî û bazirganiya madeyên hişbir hevnêrîn bûn.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û sîstema bankî bi taybetî projeya (Hejmara Min) de, hatin kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle