Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî leşkerî ya Brîtanyayê kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyekî leşkerî ya Brîtanyayê kir.

 Îro 07.09.2022yê li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Marşal Sammy' Sampson kir.

Di civînê de ku, wezîrê pêşmerge y ê hikûmeta Kurdistanê jî têde beşdar bû, behsa têkiliyên Brîtanyayê yên li gel herêma Kurdistan û Îraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Îraqê, metirsiyên teror, liv û tevgerên DIŞIê, prosesa reformên nava hêzên pêşmerge û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêzdariya xwe bo Brîtanyayê jiber hevkarî kirina Kurdistanê di şerê dijî terorê de diyar kir û tekez li ser pêdiviya berdewamiya hevkariyên Brîtanya û dostên nava civaka cîhanî bo rûbirû bûna metirsiyên terorê û serxistina prosesa reformên nava hêzên pêşmerge kir.

Her di heman civînê de her du alî li ser vê yekê ku, lazime aliyên siyasî bilihev kirin û rêkeftinê hewl bo derbas kirina qirîza siyasî û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê bidin, hem fikir bûn û tekez jî li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî kirin.

Rewşa navxweyî ya Kurdistanê, têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îraqê û têkiliyên herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş bo her du aliyan, mijarên din yên vê civînê bûn.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin