Serokê Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyê û beşdarî merasîma sondxwarina Erdogan dibe

.

Sibe Şemî 3ê Hezîranê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwandineke fermî serdana Tirkiyê dike û dê di merasîma sondxwarina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de amade bibe.

Çarşemiya bihorî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de û piştî serkeftina wî di hilbijartinên serokkomariyê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Her di vê peywendiya telefonî de, Erdogan bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo merasima sondxwarina serokkomariyê vexwand.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser esasê vê vexwendina fermî ya Erdogan dê serdana Tirkiyê bike, daku di merasima sondxwarina wî de amade bibe.

Recep Tayyip Erdogan berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bû û di hilbijartinên serokkomariyê de rikeberiya sereke di navbera wî û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu de bû.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Erdogan %49.52ê dengan û Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan bidest xistin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle