Serokê Hemasê li Tehranê hat kuştin

.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Tevgera Hemasê piştrast kir ku Îsmaîl Heniye vê sibê di êrişekê de li Tahrana paytextê Îranê hatiye kuştin

Îsmaîl Heniye ji beşdarî sondxwarina merasîma serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Li gorî televîzyona dewletê ku dispêra Supaya Pasdaran a Îranê Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li mala ku lê dima di encama êrişekê de hatiye kuştin.

Herwiha hat ragihandin ku pasevanekî Heniye jî di êrişê de hatiye kuştin.

Tê îdiakirin ku Îsmaîl Heniye di encama êrişeke mûşekî de hatiye kuştin.

Hemas û Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Îsraîl li pişt vê êrişê ye.

Li aliyê din, heta niha Îsraîlê li mijarê ti daxuyaniyek belav nekiriyê.

Herwiha Tevgera Hemasê li ser kuştina serokê daxiyaniyeke nivîskî belav kir.

Hemasê ragihand ku Îsmaîl Heniye ji bo merasîma sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Tehranê bûye.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Îsraîlê piştî merasîmê li mala ku Heniyê lê dima êrişeke esmanî pêk anî di encamê de canê xwe ji dest da.

Hemasê gefa tolhildanê xwar û got, "Dê ev êriş bê bersiv nemîne."

Berdevkê Artêşa Îsraîlê nexwest şîrove

Arteşa Îsraîle derbare erişa ku li Tehrana paytexta Îrane li Seroke Hemase Îsmaîl Heniye hatiye kirin nexwest şîrove bike.

Li ser pirsa “Hûn piştrast dikin ku Heniye di êrişa li Tehranê de canê xwe ji dest daye? Berdevkê Artêşa Îsraîlê got, “Em di vê mijarê de şîrove nakin.”

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî