Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Stenbolê semînerek li dar xist

.

 

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li roja 29.12.2024ê, li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê semînerek li dar xist.

Nûnerên Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî-Sûrye û Platforma Ciwanên Serbixwe, Serokê Giştî yê HAK-PARê yê berê Latîf Epozdemîr, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û endamên PWKyê beşdarî semînerê bûn. Beşdarîyeke berbiçav hebû, lê ji ber ku cîh teng bû, gelek kesan li ser pîyan semîner şopandin.

Di destpêka semînerê de, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun di derbarê armanca semînerê û  13emîn salvegera qetlîama Robozkê de kurte axaftinek kir û ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê, Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk, di derbarê pêşhateyên vê dawîyê yên li her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkîyeyê, Sûrîyeyê de û di derbarê daxuyanîya ku liser navê Abdullah Ocalan hatîye belav kirin de bîr û ray û pêşniyarîyên PWKyê anî zimên.

Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, Nûnerên Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî-Sûrye Mihemed Elo, Mamoste Mem û Serokê Giştî yê HAK-PARê yê berê Latîf Epozdemîr bîr û rayên xwe anîn zimên.

Semîner di atmosfereke berhemdar de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle