Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk Li Amedê Seredana DÎTAMê Kir

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê( PWK) Mustafa Ozçelîk, li gel Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz,  roja pêncşemê, 22.05.2025, li Amedê seredana DÎTAMê( Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê) kirin.

Serokê DÎTAMê Mesût Azîzoglu, Cîhgirê Serokê DÎTAMê Sedat Yûrtdaş, Cîhgirê Seroka DÎTAMê Meral Ozdemîr pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Heyeta PWKyê ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta DÎTAMê kir û di derbarê xebatên PWKyê  û doza girtinê ya di derbarê PWKyê de agahdarî da.

Heyeta DÎTAMê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û di derbarê xebatên DÎTAMê de agahdarî dan.

Heyetên PWK û DÎTAMê, li ser pêşhateyên vê dawîyê yên li Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û bawerîyên xwe anîn zimên.

Hevdîtina Heyetên PWK û DÎTAMê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

22.05.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin