Hevalê me, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, welatparêzê Kurd Mamoste Samet Polat îro (02.01.2024) ji ber nexweşîya qanserê koça dawî kir.
Kek Samet Polat, 50 sale wek xebatkarekî dilsoz, bê westan di nav refên têkoşîna azadîya Kurdistanê de cîh girtibû.
Kek Samet Polat, endamê KİP-DDKD, PAK û Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK) bû.
Em bi wefata hevalê xwe yê hêja, fedakar, dilsoz kek Samet Polat gelekî xemgînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û hezkirîyên kek Samet Polat re dixwazin.
Serê me hemûyan sax be.
Serê gelê Kurdistanê sax be.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Kurdistan Haberleri
Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle