Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk:Divê em ji bo alîkarî û piştgirîya mexdûrên erdhejê seferber bibin

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk derbarê erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê peyamek belav kir. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama xwe de wiha got;

“ Di 2 erdhejên ku, bi hêza 7.7 û 7.6ê di roja 06.02.2023yê  li Mereş, Entab(Dîlok)  Klîs, Malatya, Adiyaman(Semsûr), Diyarbekir, Ruha, Hatay, Osmanîye, Edene û li gelek bajarên li dor û berê, li Efrînê û gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê rûdaye da mixabin nûçeyên xembar hene. Gelek avahî hilweşîyane, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek birîndar hene.Gelekî xemgînim.Hêvî dikim ku dê  yên jiyana xwe ji dest dane zêde nebin.Divê , herkes, ji alîyê xwe ve, çi ji destên wan bê, ji xebatên alîkarîyê ra bibin alîkar. Divê em ji bo alîkarî, piştgirî û lihevxedîderketinê seferber bibin.
Ruhê qurbanîyan şad,  cîhê wan biheşt be. Şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazim.
Serê me hemûyan sax be. ”

Mustafa Ozçelîk 
Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle