Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Sala 2022yê bila li Kurdistanê û li hemû cîhanê bibe destpêka azadîyê û jîyaneke mirovane

.

"Sala 2021ê ji bo gelê Kurdistanê û ji bo hemû mirovahîyê, wek sala 2020ê sala kareseta Pandemîya Covîd-19ê bû.

Me wek milet saleke din jî ya bi êş û xeman ve dagirtî li dûv xwe hişt.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de,ev karesat û xeterîya Pandemîya Covîd-19ê bi dawî bê û hemû mirovahî ji vê belayê xelas bibin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de, bi hûnandin û geş kirina hişmendîya neteweyî û niştimanî, bi têgihîştineke ji dîroka xwe ders derxistinê , bi xurt kirin û geş kirina hêvîyên xwe, em li qada navnetewî de dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de bila fedakarî, dilsozî, biryardarî, xebat, nefsbiçûkî, rêz li hev girtin, lêgerîn û ava kirina hevkarî û tifaqên welatperwerane, bawerîya bi doza azadîyê bibe şirîk û rêbaza jîyana me ya şexsî, sîyasî, civatî, netewî.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de li Bakurê Kurdistanê di nava potansîyela herî berfireh ya gelê Kurdistanê de li ser daxwazên acîl yên netewî, niştimanî hevkarî û tifaq bêne ava kirin,şer raweste û rêya xebat û çareserîya sîyasî, demokratîk, sivîl vebe. Û ev tifaq di azadîya Kurdistanê de bibe tifaqeke mayînde.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de bi yekrêzîya hemû partîyên sîyasî yên li Başûrê Kurdistanê û bi piştgirî, hevkarî û alîkarîya hemû Kurdên cîhanê , destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê bêne parastin; Kerkûk, Şingal û hemû navçeyên dagirkirî yên ku mijara madeya 140î ne, vegerin ser desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partîyên Kurdan li ser îdareyeke hevbeş ya leşkerî, sîyasî, aborî, dîplomasî û îdarî li hev bikin, destkeftîyên heyî biparêzin, wek alîyekî rêya destkeftîyên netewî, demokratîk yên pêşdetir xurtir bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de ,li Rojhilatê Kurdistanê hemû partîyên netewî, niştimanî yekrêzîya xwe xurtir bikin û bi amadeyîyeke hîn organîzetir û xurtir ji guhertinên ku dikare rûbidin xwe amade bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala 2022yê rêya azadîyê, rêya jîyaneke mirovane, demokratîk, adilane, aştîyane, wekhev ji gelê Kurdistanê û ji hemû mirovahîyê re veke.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2022yê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibe şirîkê jiyana me, bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî ez sala nû ya gelê me yê li Kurdistanê û li her welatekî cîhanê û ya hemû mirovahiyê pîroz dikim."

31.12.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin