Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Serok Mesûd Barzanî ra şand

.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ra şand

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Rêzdar Mesûd Barzanî

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK)

Serokê Rêzdar

14emîn kongreya PDKyê bi awayekî serkeftî bidawî hat.

Em di wê bawerîyê da ne ku, encamên kongreya 14emîn a PDKyê, ji bo hemû rêveber û endamên PDKyê jî, ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî , di berdewamîya xebat û têkoîşîna hemû şehîd û kedkarên doza azadîya Kurdistanê da, dê bibe destpêkeke nû.

Herweha, em di wê bawerîyê da ne ku, ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê, li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi rêyên aştîyane, sîyasî û bi dîyalogan bêne çareser kirin jî, encamên kongreya 14emîn a PDKyê dê roleke girîng, çêker û neteweyî bilihîze.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me PAKê, ji ber careke din wek Serokê PDKyê hilbijartina cenabê we, bi rêzdarî cenabê we pîroz dikim. Cîhgirên Serokê PDKyê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û Rêzdar Mesrûr Barzanî û Komîteya Navendî ya nû ya PDKyê pîroz dikim. Serkeftinê ji cenabê we û ji hemû rêvebir û endamên PDKyê ra dixwazim.

Li gel rêzên xwe

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt