Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê DALKURDê Welatê Hemîdê Simeîlaxa re şand

.

"Birêz Welatê Hemîdê Simeîlaxa

Serokê Birêz ê DALKURDê

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê( Partîya Azadîya Kurdistanê) ji ber wek Serokê DALKURDê hilbijartina cenabê we û rêvebirîya nû ya DALKURDê pîroz dikim.

DALKURD wek tîma futbolê ji bo me hemû Kurd û Kurdistanîyan dezgeheke cîhê serbilindîyê ye.

DALKURD tîma me ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Bi hêvîya ku DALKURD careke din derkeve lîga Alsvenskanê, ez serkeftinê ji cenabê wê û ji hemû rêvebir, fûtbolîst, heyeta teknîkî û hemû endam û piştgirên DALKURDê re dixwazim."

Bijî DALKURD

Bijî KURDISTAN

27.02.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle